Perîşanname, xaseten li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bûye mijara gelek lêkolînên edebî û mensûbiyeta ‘tevgera hûrûfiyye’ ya muellifê wê Mela Perîşanê Dînewerî jî tê de, gelek îddiayên mezin li ser vê berhema balkêş hatine nivîsîn. Pisporên edebiyata kurdî li ser cureya metnê û nasnameya muellifê wê, fikrên dûrî hev pêşkêş kiribin jî, heta roja îro nusxeyeka sehîh ji berhemê nehatiye belavkirin.
Li gor tarîxa nivîsîna berhemê û çavkaniyên berdest, Perîşanname di sedsala 9ê koçî ango di sedsala 14ê mîladî de hatiye nivîsîn û kevntirîn mesnewiya bi zimanê kurdî ye ku heta niha gihiştîye destên me. Berhem, bi temamî pabendê baweriya ‘Mezheba Şî’a’ ye û muellifê wê Mela Perîşan, şeyxul îslamekî kurd e. Naveroka Perîşannameyê bi gelek bûyer û temayên sereke ji tarîxa dînê Îslamê, nemaze li ser îsbatkirina heqaniyet û welayeta zavayê pêxember, xelîfeyê çarem ‘Elî bin Ebû Talib hatiye dariştin.
Di gel hejmara zêde ya nusxeyên berhemê, heta niha bi şerh û şiroveyeke qanehker nusxeyeke kamil nehatiye çapkirin. Ev xebata li ber destê we, danasîn, şirove û ronkirinek e li ser hezar beytên Perîşannameyê ku berhemeka yekane ye ji gencîneya veşartî ya edebiyata kurdî ya klasîk.