vejiyam, min şairekî bêwar hilbijart wek deng û siwarî
min her şev hevalhespên xwe şandin xewna wî ku bêjin
em ne neynika însên in û ti şehîn careka din dubare nabe
ku îro hemû hesp girtî bin, naxwe me daye cizayê sûcekî
wekhev in kevir û qral li ber rojê, keşe û hirça birîndar
heman asîman divezele li ser mizgeft û rengê nanê tisî
êdî çek rêya revê nade nêçîrê, êdî niqir tune di kêran de
em bi vê qedera kozmîk re dikin bar kin ji beyarên xwe
em hatin, me ya xwe got, bila Temoyî nebêje min nivîsî