Kovara ku ji berhevkirinên folklorê pêk dihê, ji 3 mehan carekê dihê weşandin.
Hejmara mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê ya kovara “Folklora Me”yê li ber destê we ye. Di rûpelên “Folklora Me”yê da xebat û lêkolînên li ser folklora kurdî cih digirin. Di vê hejmarê da jî gelek nivîsên derbarê folklora kurdan da hene.
Di vê hejmarê da, nivîsên wekî “Meletî, di Seyahetnameya Ewlîya Çelebîyî da”, “Folklor, Îdeolojî û Netewesazî”, “Rengvedana Efsanê di Mem û Zîna Ehmedê Xanî da”, Çend Gotinên li ser Heyvan ji Herêma Silopyayê/Şernexê, “Du Meselok ji Serhedê” û hinên din cih girtine. Herweha rêzenivîsa “Peyvên Kêmnas yên Pasûrê” ya Bahoz Baranî bi nivîsa xwe ya 2yan di nava rûpelên kovarê ra cih ji xwe ra dîtîye.
Folklora Me di her hejmareka xwe da cih dide xebatên berhevkarîyê û hêmanên dîtbarî. Kovara me sê mehan carekê derdikeve.