Piştî xebat û amadekarîya nêzîkî salekê, Kovara “Folklora Me”yê ji alîyê Koma Folklorê ya Weqfa Mezopotamyayê ve, bi dirûşmeya “Zargotin pişt e, folklor her tişt e” dest bi weşanê kir. Di rûpelên “Folklora Me”yê da xebat û lêkolînên li ser folklora kurdî cih digirin. Folklora Me hewl dide ku cih bide hemû mijarên folklorê. Wekî; muzîk, zargotin, xwarin û vexwarin, cil û berg, edet û tore, rîtuel û hewl dide ku van keresteyan berhev û analîz bike.
Di vê hejmarê da, nivîsên wekî “Çar Meselokên Gundê Pîranê”, “Çend Nîşe Derbarê Berhevkarîya Edebîyata Kurdî ya Gelêrî da”, “Morfolojîya Çîroka Bengînê”, “Çîrok û Strana Seydikoyê”, “Li Ser Kûçikan Gotinên Pêşîyan”, “Navên Gundên Silopyayê” û hinên din cih girtine.
Eşref Keydanî edîtorîya kovarê dike û lijneya weşanê tevî lêkoler û folklorîst prof. dr. Celîlê Celîl ji 6 kesan pêk dihê. Folklora Me dê sê mehan carekê derkeve.